23 Mijdar 2016•Rojanekirin: 24 Mijdar 2016
GAZÎANTEP
Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) di çarçoveya Hereketa Mertalê Firatê ber bi navçeya El Babê ya ku di destê rêxistina terorê DEAŞê de ye diçe.
Nûçegihanên Ajansa Anadoluyê (AA) dîmenên hêzên ASAyê ya ku bi piştgiriya Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) va gihîştîne mewziyan kişandin.
Hêzên ASAyê leşkeran, wesayîtan û çekan sewqî herêmê dikin, li navçeyê pevçûnên giran çêdibin.
Endamên DEAŞê naxwazin kontrola navçeyê ji destê wan derkeve û ji ber vê jî êrîşên giran dikin.
Hêzên ASAyê ji bo ku sivîl zirarê nebînin bitevdîr tevdigerin û armanca wan ew ku di demeke kin de navçeyê ji destê DEAŞê rizgar bikin.