Abdullah Tel
24 Adar 2017•Rojanekirin: 27 Adar 2017
HAMA
Li Hamaya bajarê Sûriyeyê yekîneyên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) û komên dijî rejimê bi êrîşên li hemberî rejima Beşar Esed dan destpêkirin va pêşva diçin û niha di navbera wan û navendê da bi tenê 3 kîlometre maye.
Muxalifan 5 roj berê ji bo rê li hêzên rejimê yên amadehiya êrîşê dikirin bigirin li ser xeta Cobar-Kabûnê dest bi operasyonê kirin û ji Hamayê jî piştgirî hat.
ASA û komên dijî rejimê pêr li Hamaya nav welêt dikeve dest bi êrîşan kir û gelek gund û dever xist bin kontrola xwe.
Mihemed Raşîdê berdevkê eskerî yê Artêşa Serfiraziyê (Ceyş el-Nasir) ya ji baskên ASAyê yek e ji ser înternetê qeyda dengê xwe ji nûçegihanê AAyê ra şand û diyar kir ku di şer û pevçûnan da ji artêşa rejimê û komên biyanî yên Îran piştgiriya wan dike gelek dîl girtin.
Raşîd destnîşan kir ku li ser rêya Hama-Mîhardayê du tankên rejimê û li Xirba Hîcama û Sûrêya cihên kontolê ne jî 4 tank, gelek cebilxane û embarên çekan xistin bin kontrolê.
Li gor agahiyên nûçegihanên AAyê yên li herêmê ne dan hêzên muxalif bi rêberiya Artêşa Serfiraziyê ber bi navenda Hamayê ve diçin û di 3 rojên dawîn da bajarokên Mûardis, Mecdel û Şîzerê û gundên Xattab, Mecdel, Maarzah, Belhesen, Kefer Amîm, Şiîr, Erze, Sûbîn, Şelyût, Şîzer, Kewkeb û Xirbetul Hîcamayê rizgar kirin û hikim ket destê wan.
Muxalif bi vê pêşveçûnê va 8 kîlometre li pey xwe hiştin û di navbera wan û navenda bajêr da 3 kîlometre û ji bo balafira eskerî jî 4 kîlometre ma.