ŞAM
Hat ragihandin ku li Hamaya bajarê Sûriyeyê erebeyeke bombebarkirî hat teqandin û di encama teqînê de 34 kes mirin û 50 kes jî birîndar bûn.
Li gor xebera Sanaya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê li el-Hurraya gundê Hamayê erebeyeke bombebarkirî hat teqandin û di encama teqînê de 34 welatiyên sivîl mirin û ji 50yî zêdetir kes jî birîndar bûn.
Der barê hûrgiliyên bûyerê de hê agahî nehatiye dayîn û berpirsiyariya bûyerî jî tu kesî hilneda ser histuyê xwe.