HEWLÊR
Serokê Dîwana Serokatiyê ya Herêma Kurdistanê Fuad Huseyîn diyar kir ku bi fiilî Iraq bûye sê perçe û îdia kir ku di pêşerojê de welat dê an bibe sê herêm an jî sê dewlet.
Fuad Huseyîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û der barê dagirkirina Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) ya li Mûsilê, geşedanên li welêt, pêvajoya çareseriyê û firotina neftê de axivî.
Huseyîn gotina Mesûd Barzanî ya "Êdî Iraqa piştî Mûsilê û beriya Mûsilê heye" bi bîr xist û wiha axivî: "Ev gotin xwediyê wateyên cuda ne. Birêz Barzanî pêşeroja Iraqê wiha dibîne: Iraq an dê bibe sê herêm ku lê federatîfiyeke rastîn heye, yan jî dê bibe sê dewlet ku ji kurd, şiî û suniyan pêk tê. Di rastiyê de Iraq bi fiilî bûye sê perçe. Dewlet ji hêza van sê herêman pêk tê."
"Em ê nefta Kerkûkê bifiroşin"
Huseyîn destnîşan kir ku piştî vekişîna artêşa Iraqê kontrola Kerkûkê ketiye destê pêşmergeyan û wiha got: "Kerkûk perçeyekî herêma Kurdistanê û Iraqê ye. Îdareya Kerkûkê vêga di destê Kurdistanê de ye. Ji ewlehiyê bigir heta pêwîstiyên gel di destê Kurdistanê de ye. Bexda nikare pêwistiyên gel pêk bîne û budçeyê bişîne. Kurdistan dê nefta Kerkûkê bifiroşe û pê pêwîstiyên gel pêk bîne."
Huseyîn wiha peyivî: "Îdareya bajarên ku ketine destê hêzên çekdar rastiyek e. Lewra artêşa Iraqê têk çû. Hikûmeta Iraqê jî ne di wê rewşê de ye ku îdare bike. Li herêmên din ên Bexdayê ji bo parstina herêman komên ku ji şiiyan pêk tê ava kirin. Di bin destê Malikî de jî hêzên leşkerî û rêxistin hene. Lê nikarin herêma biparêzin û kontrol bikin."
"7 meh berê hişyarî da Malikî"
Huseyîn der barê axaftina li ser têlefonê ya di navbera Alîkarê Serokê DYAyê Joe Bîden û Barzanî de jî wiha got:" Bîden ji Barzanî daxwaz kir ku divê hewl bidin ku li Iraqê hikûmet ava bibe. Wekî din jî Bîden got ku DYA amade ye ku bi her awayî alîkariyê bide Kurdistanê."
Fuad Huseyîn destnîşan kir ku rewşa li Iraqê di encama polîtîkayên xelet de derketiye û got ku Mesûd Barzanî 7 meh berê hişyarî da Malikî.
Huseyîn wiha xeberda: "Rewşa li Iraqê sûcê hikûmeta Bexdayê ye. Taybetî ya Serokwezîr Nûrî el-Malikî ye. Dema li Enbarê bûyer derketin Barzanî li Malikî geriya û got ku bila guh bide daxwazên suniyan. Wekî din jî got ku Kurdistan bi hemû hêzên xwe yên pêşmergeyan ve amade ye. Lê mixabin Malikî ji ber kibra xwe guh neda hişyariyan. Niha jî dibêje amade me ku daxwazên suniyan pêk bînim."
Huseyîn diyar kir ku piştî êrîşên DÎŞIyê yên li ser Mûsilê hikûmetê bi fermî ji Kurdistanê piştgirî xwest û wiha axivî: "Bi rêya ofîsa Serokwezîriya Iraqê bi min re axivîn. Midûrê ofîsê li ser navê Malikî ji Serokê Kurdistanê piştgirî xwest. Ciyên ku artêşa Iraqê têk çû û bela bû, bila pêşmerge herin û piştgiriyê bidin. Ji bo Kerkûkê jî piştgirî xwestin. Li ser vê Serok Barzanî emir da û li ciyên kurdan ên ku li derveyî Kurdistanê mane kontrol hat bidestxistin. Pêşmergeyan jî kontrol bi dest xistin. Niha jî ciyên ku dibêjin herêmên binîqaş in di destê hêzên pêşmergeyan de ne."
Huseyîn diyar kir ku têkiliya herêma Kurdistanê bi rêxistinên terorê û DÎŞIyê re tuneye û wiha got: "Rêvebiriya Kurdistanê dê bi rêvebiriyên ku ketine destê rêxistinê teroran re nekeve nav têkiliyên siyasî. Lewra kes wan nas nake. Her kom xwediyê rêvebirekî ye. Lê ev dîsa bûn realîte. Armanca me we e ku em gelê xwe ji êrîş û talûkeyan biparêzin."
"Daxuyaniyên Karayilan xizmeta çareseriyê nakin"
Huseyîn li ser pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê jî axivî û gor ku di serê ser de aliyê sêyemîn in û wiha dewam kir: "Niha pêwîstiya Tirkiyeyê û Qendîlê bi herêma Kurdistanê nemaye. Ew tên cem hev du û diaxivin. Rola Kurdistanê tenê alîkarî ye. Ji bo ku bigihêje encamê çi bikeve ser milê me em dikin. Pêvajoya çareseriyê ji bo me jî muhîm e. Projeyeke mezin e. Ev proje tenê bi rêyekê çareser nabe. Çend ast lazim in. Ji ver vê jî dibe ku astengî û pirsgirêk derkevin. Tişta girîng ew e ku pêvajo bimeşe."
Huseyîn li ser gotinên dawîn ên Karayilan jî sekinî û wiha got:
"Gotinên Karayilan xizmeta çareseriyê nakin. Bi vî awayî pêvajo nagihêje encamê. Kurdistan şer naxwaze. Naxwaze li Tirkiyeyê şer derkeve. Heke Tirkiye û Qendîl bixwaze Kurdistan amade ye ku rola xwe bilîze. Em dikarin navbeynkariyê bikin ku li Tirkiyeyê pêvajo bigihêje encamê."
"Sewqiyata neftê didome"
Huseyîn der barê sewqiyata neftê de jî wiha axivî: "Firotin li gor destûra bingehîn e. Armanca Bexdayê tenê astengkirin e. Tirkiyeyê ev fehm kir. Bexda naxwaze Kurdistan heqê xwe yê aboriyê bi dest bixe, astengiyan derdixe. Di firotina neftê de jî vê dike. Tirkiyeyê di vî warî de alîkariya Kurdistanê kir."