14 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2015
Îran di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de piştgiriyê dide Bişar Esed û leşkerên xwe dişîne şerê Sûriyeyê, lê di şer de gelek leşkerên Îranê jî dimirin. Di pevçûnên li Sûriyeyê de di 3 rojan de 3 generalên Îranê mirin. Ji dawiya hefteyê vir ve jî du fermandarên payebilind ên Hîzbullahê hatin kuştin.
Li gorî pêzanînên çapemeniya Îranê ya fermî û nîvfermî û çavkaniyên nûçeyan ên nêzîkê burokrasiya ewlekariyê, hejmara fermandarên payebilind ên Îranê yên ku di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de dimirin her ku diçe zêde dibe.
Balkêştirîn rûdana dawîn, di 9ê cotmehê de li Helebê kuştina Tuggeneral Huseyîn Hemedanî bû. Hemedanî alîkarê Fermandarê Artêşa Qudsê ya Hêzên Pasdarên Şoreşa Îranê General Qasim Suleymanî bû. Di daxuyaniya weşanên Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê de hat îdiakirin ku Hemedaniyê ku serpereştiya artêşa Sûriyeyê dikir, bi destê rêxistina terorê DAEŞê hat kuştin. Lêbelê beriya kuştina Hemedanî, di çapemeniya Îranê de hatibû îdiakirin ku Suleymanî, Hemedanî ji wezîfeyê vekişand. DAEŞ û komên muxalif kuştina Hemedanî hilnedabûn ser stûyê xwe û ev jî bibû sedema nîqaşê dibe ku taswiyeyeke navxwe be.
Ji xeynî vê di 13ê cotmehê de li bajarê Hamayê du generalên Pasdarên Şoreşê yê bi navê Hac Hamîd Muxtarbend ê ku wekî "Ebû Zehra" dihat naskirin û Ferşad Hasûnîzade hatin kuştin.
- Kuştiyên Hîzbullahê
Yek jê duyemîn mirovê serokê rêxistinê Nasrallah, 2 fermandarên payebilind ên Hîzbullaha Lubnanê ya ku Îran jî piştgiriya wê dike, li Hamayê hatin kuştin. Li gorî weşanên nêzîkê Hîzbullahê navê fermandarên Hîzbullahê yên ku hatin kuştin wiha ne: Huseyîn El-Hac û Mihemmed Mistefa Haçîç.
- Ji 2013an vir ve 8 general hatin kuştin
Li gorî çavkaniyên Îranê tevî kuştiyên di nava 3 rojên dawîn de li Sûriyeyê ji sibata 2013an vir ve 8 generalên Îranê hatin kuştin.
Li gorî çavkaniyên nûçeyan ên Îranê generalên ku li Şam, Heleb û Kûneytrayê mirin ev in; Hesen Şeterî, Mihemed Cemalîzade, Ebdullah Îskenderî, Cabbar Derîsavî, Elî Allahdadî.