İbrahim Atmaca
13 Gulan 2018•Rojanekirin: 14 Gulan 2018
ÎDLIB
Ji Himsa Bakur a di dorpêça rejima Esed da ye, texliyeyên mecbûrî dewam dikin.
Qefleya çaremîn ku ji ber êrîş û dorpêç rejimê ji herêmê derketibû, rê gihîşte Idlibê û rojavayê Helebê.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê yên li Îdlibê dan, qefleya texliyeyê ya 4an ku hezar û 500 kes tê da bûn û ji bakurê Himsê ya dorpêçkirî derketibû rê, bi şev gihîşte gundê Keleha Madîkê ya bajarê Hemayê.
Konvoya texliyeyê ji 33 wesayîtan pêk hat, wesayîteke neqilkirina nexweşean û ji bo rewşên acil sê otobêsên vala bi konvoyê ra çûn.
Kesên di qefleyê da paşê birin Îdlib û rojavayê Helebê û li wê derê di mizgeft, sitargeh û xwendingehan da tên bicîkirin.
Bi vê konvoya dawîn va hejmara kesên ji Himsê hatin texliyekirin ji 10 hezarî derbas kir.
Tê gotin ku ji ber texliyeyan êdî li herêmê cihê mayînê têrê nake.
Tê payîn ku ji herêma navborî texliye bidomin.
- Rewşa texliyeyên ji Himsê
Di encama mizakereyên ku mixalifan bi navbeykariya Rûsyayê va bi rejimê ra meşandin da hefteya borî texliyeyên mecbûrî ji bakurê Himsê dest pê kiribûn.
Bakurê Himsê ya di kontrola mixalifan da ev 5 sal in di dorpêçê da ye. Li herêmê di navbera 200 û 250 hezarî da kes dijîn.