Önder Beyter
13 Gulan 2018•Rojanekirin: 14 Gulan 2018
KERKÛK
Li Iraqê ji ber ku şaîbe û guman têkelî hilbijartinên giştî yên li parêzgeha Kerkûkê bû, Tirkmenan ji hêzên ewlekariyê xwestin ku sandoqên dengdayînê yên nevebûyî biparêzin da ku ray neyên dizîn.
Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê Erşet Salihî civîna çapemeniyê li dar xist û di civînê da wiha got, "Ji ber ku guman tevlî hilbijartinê bû, li bajêr rageşî derket. Herwiha em bifikar in ku ev rageşî gur bibe û bibe kaos. Bi hezaran Tirkmenên ku li ber Buroya Kerkûkê ya Komîseriya Hilbijartinê ya Iraqê kom bûne, bifikar û guman in ku rayên wan hatibin dizîn."
Salihî ji hêzên ewlekariyê xwest ku sandoqên dengdayînê yên nevebûyî biparêzin da ku ray neyên dizîn.
Salihî xwest ku teseliya pusûleyên rayan di bin çavdêriya Komîseriya Hilbijartinê ya Iraqê û nûnerên partiyên siyasî da were kirin. Herwiha Salihî bal kişand ku ji bo îstiqrara Kerkûk û herêmê, hilbijartin girîng e û divê ev îstiqrar timî were mihafezekirin.