27 Sibat 2016•Rojanekirin: 28 Sibat 2016
ÎSTANBU
Hat ragihandin ku li bajarê Hamayê wesayîteke bombebarkirî hat teqandin û di bûyerê de 2 kes mirin, 4 kes jî birîndar bûn.
SANAya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê diyar kir ku li texma ketina aliyê rojhilatê Selemiyeya navçeya Hamaya bajarê Sûriyeyê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşa xwekujiyê hat lidarxistin. Di nûçeyê de hat parvekirin ku di êrîşê de 2 kes mirin û 4 kes birîndar bûn û yên birîndar jî ji bo tedawiyê rakirin Nexweşxaneya Selemiyeyê.
Di naveroka nûçeyê de hat gotin ku êrîş bi kamyoneke nêzî tonek teqemenî barkirî ve hat lidarxistin.
Peymana dawî li şer û pevçûnan anînê ya agirbesta qismî ya ji bo Sûriyeyê di 27ê sibatê de saet ji 00.00î pê ve ketibû rewacê.