BEXDA
Eşîrên şiî yên li bakurê Bexdaya Iraqê, li hember îhtimala êrîşên milîtanên rêxistina terorê ya Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) bi mebesta parastinê çek hildan.
Eşîrên şiî li dijî milîtanên DÎŞIyê mensûbên xwe amade dikin û hêzên milîs ava dikin.
Bajarê Decelê piştî Samarrayê îhtimal heye ku bikeve destê DÎŞIyê, ji ber vê eşîra Mersumiyê jî wek eşîrên şiî yên din li herêmê li dişî êrîşên DÎŞIyê çek hilda.
Tê gotin ku artêşa Iraqê ji bo DÎŞI xwe negihîne Bexdayê piştgiriya leşkerî û lojîstîk dide eşîran. Li gor çavkaniyên herêmî DÎŞIyê hêrêmên dorberê Decelê dagir kiriye û ji eşîra Mersumiyê ji 2 hezarî zêdetir ciwanî çek hilda. Tê gotin ku di destê eşîran de çekên giran jî hene.
DÎŞIyê piştî ku Mûsil, Tikrît û Telafir dagir kir, ragihandibû ku dê êrîşî Bexdayê bikin.
Di encama êrîş û qetlîamên DÎŞIyê yên li ser şiiyan, Ayetullah Elî Huseyîn Sîstanî fetwa dabû û bangî hemû şiiyan kiribû ku seferber bibin.