Sevim Hatun
24 Sibat 2017•Rojanekirin: 27 Sibat 2017
BAB
Artêşa Azad a Sûriyeyê (ASA) ya ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê piştevaniya wê dikin piştî ku navenda navçeya Babê kir kontrola xwe, ev serkeftin li herêmê pîroz kir.
ASAyê naveda navçeya Babê xist bin kontrola xwe.
Mensûbên ASAyê piştî vê serkeftinê bi çekan gule berî hewayê da, hinekan jî nimêj kir, şikir kir. Herwiha hin mensûbên ASAyê jî bi wesayitan konvoy çêkir û li navçeya Mariyê tûr avêtin.
- Hin malbatan dest bi vegerê kir
Şerîf Aqîlê ji sivîlên li Babê man ji nûçegihana AAyê ra axivî, got ku xaniyê wan di şer da hilweşiyaye, li herêmê xebatên lêgerîn û îmhekirina mensûbên ASAyê dewam dike û hin malbatên ku ji ber şer ji navçeyê revîbûn dest bi vegerê kir.
Aqîl wiha got: "Xwedê Artêşa Sûriyeyê ya Azad razî be. Xwedê kir ku ASA hat vê derê. Şikir navçeya me ji rêxistina terorê hat paqijkirin."
- Ekîba AAyê li Babê ye
Ekîbên AAyê dîmenên Baba ku kes lê nemaye girtin. Herwiha ekîban xaniyên ku di şer de wêran bûne qeyd kir. Ekîbên AAyê ji roja destpêka şer heta kêliya xilaskirina herêmê, bûyer teqîb kirin, wêne û dîmen weşandin.