İbrahim Atmaca
01 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2020
Heşda Şebiya rêxistina wekî nêzî Îranê tê zanîn a li Iraqê bangî milîsên xwe kiribû ku ji pêşiya Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê vekişin. Milîsan hinekî li ber xwe dan ku venekişin, lê paşê dest pê kirin û vedikişin.
Komên ku piraniya wan ji milîsên Tûgaya Hizbullahê pêk tên, pêşiyê guh nedan bangewaziya rêxistina Heşda Şebî, lê paşê guh danê.
Milîsan konên xwe jî rakirin û ji herêmê dûr ketin.
Di daxuyaniya Heşda Şebiyê ya nivîskî da hatibû gotin ku: "Em bangî qerebalixiya li pêşiya Balyozxaneya Amerîkayê dikin ku ji herêmê vekişin", lê alîgirên Tûgayên Hizbullahê ev bangewazî red kiribûn û ji qadê dûr neketibûn.