Tolga Akbaba
26 Adar 2026•Rojanekirin: 27 Adar 2026
Li Tehrana paytextê Îranê ya ku di hedefa êrîşên Amerîka-Îsraîlê da ye li pey hev teqîn çêbûn.
Êrîşên Amerîka-Îsraîlê yên dijî Îranê dewam dikin.
Nûçegihanê AAyê ragihand ku piştî li Tehranê dengê balafirên şer hat bihîstin teqînên mezin çêbûn.
Hat diyarkirin ku teqîn li başûr û rojavayê bajêr çêbûn.
Li bajêr cî bi cî dengê balafirên şer tê û hat dîtin ku pergalên parastina asîmanî ya Îranê gelekî dixebitin.