Tehranê bersiva pêşniyaza Amerîkayê da: Divê hildin bin temînatê ku şer neyê dubarekirin
Tahran
Îranê duh bi şev bersiva xwe ya ji bo pêşniyaza 15 madeyî ya ku Amerîkayê duh pêşkêş kir bi rêya navbeynkaran ragihand û şertên xwe ragihand aliyê din.
Ajansa nûçeyan a Tasnîmê ya nîv fermî ya Îranê di nûçeya xwe ya ku sipart rayedarekî Îranî da ragihand ku Îranê duh bi şev bi rêya navbeynkaran bi awayekî fermî bersiva ya xwe ji bo pêşniyaza Amerîkayê ya 15 madeyî ragihand.
Li gor rayedar Îran di bersiva xwe ya bo Amerîkayê da xwest bila temînat bê dayîn ku êrîş û sûîqesd li hemû eniyan bên rawestandin, şer neyê dubarekirin û tezmînatê bidin Îranê û desthilatdariya Îranû ya li Geliyê Hurmuzê wek temînat bê naskirin.
Rayedar her wiha destnîşan kir ku welatê wî teşebûsên mizakereyê yên Amerîkayê wekî "xapandina sêyemîn" dibîne û îdia kir ku "Amerîka bi gotina mizakereyê armanc dike ku li dinyayê îmaja xwe wekî aştîxwaz nîşan bide, bihayên neftê yên kurewî daxîne û ji bo hereketa bejayê ya dijî Îranê wext bi dest bixe".
Rayedar herî dawîn diyar kir ku gelekî gumana wan heye ka Amerîka dilxwazê mizakereyan e yan na û bi bîr xist ku Amerîkayê hem di pêvajoya pevçûnê ya 12 rojî hem dema hevdîtinên mizakereyê yên li Cenevreyê berdewam dikirin da dijî Îranê êrîş dan destpêkirin û îdia kir ku welatê navborî ji bo ku êrîşeke nû bide destpêkirin hewl dide ku bingehê amade bike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
