Li Îpekyoluya navçeya Wanê, li bazara heywanan di navbera du koman da şer derket, kesek mir û 13 kes jî birîndar bûn.
Li gorî îdiayan, du komên ji taxên Alabayir û Kolsatanê yên navçeya Tuşbayê yên ku berê li ser mêrgê nîqaş kiribûn, serê sibê li bazara heywanan rastî hev hatin.
Kesên di herdu koman da li vir niqaş kirin.
Niqaş paşê veguherî şer, wan bi kevir, dar û çekên va êrîşî hevdu kirin.
Li ser cawdayîna kesên li bazarê, gelek ambulans û polês çûn cihê bûyerê.
Di şer da kesek mir û 13 kes jî birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Polêsan li dora bazara heywanan û nexweşxaneyan tevdîrên ewlehiyê dîtin.
Rayedaran bang kir ku bazara heywanan wê îro girtî be.