Netanyahu diyar kir ku ew ê ji ber qeyrana personelan maweya xizmeta eskerî ya mecbûrî dirêj bikin
Quds
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu diyar kir ku ew ê ji ber kêmbûna personelan a di nava artêşê da maweya xizmeta eskerî ya mecbûrî dirêj bikin.
Li gorî nûçeya KANa televizyona Îsraîlê, Netanyahu di civîna kabîneya ewlekariyê da bersiv da gotinên Sererkanê Îsraîlê Eyal Zamîr ku got, "Heke em çareyekê ji qeyrana personelan ra nebînin, ewê artêşa Îsraîlê birûxe."
Netanyahudestnîşan kir ku ewê piştî cejna Pêsihê qanûna eskeriya mecbûrî û dirêjkirina maweya wê bînin rojevê.
Sekrterê Kabîneyê Yossî Foxs ji Zamîr ra jî anî ziman ku ewê dema cejna Pêsihê, qanûna eskeriya mecbûrî û dirêjkirina maweya wê bînin û binirxînin.
Ji aliyê din va, Berdevka Artêşa Îsraîlê Efî Defrîn diyar kir ku niha kêmasiya artêşa Îsraîlê 15 hezar esker e, ku 8 hezar jê personelên şer in.
Hat ragihandin ku Sererkanê Îsraîlê Eyal Zamîr di civînê da diyar kir ku artêşa Îsraîlê bi qeyraneke mezin a personelan ra rû bi rû ye û got, "Heke em çareyekê ji qeyrana personelan ra nebînin, ewê artêşa Îsraîlê birûxe."
Li Îsraîlê her mêrekê ku dibe 18 salî, 32 mehan xizmeta eskerî ya mecbûrî, jin jî 24 mehan xizmetê dikin. Li welêt nîqaşek heye ku heyama xizmeta eskerî ya mecbûrî derxin 36 mehan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
