Gökhan Kavak
16 Sibat 2022•Rojanekirin: 17 Sibat 2022
Li Mogadîşûya paytextê Somaliyê serê sibê gelek êrîşên bibombe hatin kirin, 5 kes hatin kuştin û 16 kes jî birîndar bûn.
Polêsên Somaliyê daxuyandin ku li dijî navendên polêsan û cihên kontrolê êrîşên hevdem hatin kirin.
Hat gotin piştî êrîşan dengê guleyan jî hat, di êrîşan da herî kêm 5 kes hatin kuştin û 16 kes jî birîndar bûn.
Rêxistina terorê Şebabê berpirsyariya êrîşan hilda ser xwe û daxuyand bi 2 wesayîtan va 6 êrîşên bibombe hatine kirin.