Bekir Aydoğan
16 Sibat 2022•Rojanekirin: 17 Sibat 2022
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesrûr Barzanî li Dohayê digel Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî civiya û mijarên dualî, aborî û veberhênanê gotûbêj kir.
Hikûmeta HKIyê der heqê hevdîtina Barzanî û Al Sanî da daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, Barzanî û Al Sanî li ser geşedanên dawîn ên li Iraqê û nexasim jî hewldanên avakirina hikûmetê rawestiyan.
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku di hevdîtinê da digel peywendiyên dualî, mijarên aborî, bazirganî û veberhênanê hatin gotûbêjkirin û her wisa qewînkirina peywendiyên Hewlêr û Dohayê jî hatin axaftin.
Barzanî di ziyareta xwe ya du rojan a Dohayê da digel Serokwezîrê Qeterê Xalid bin Xelîfe bin Ebdulezîz Al Sanî, Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Qeterê Elî bin Ehmed El Kuwarî û Wezîrê Enerjiyê yê Qeterê Saad el-Kabî hat cem hev.
Barzanî di parvekirina li ser hesabê xwe yê Twitterê da bal kişand ku di hevdîtina digel Wezîrê Enerjiyê da ew li ser, "Potansiyela xazê ya HKIyê û hevkariya enerjiyê ya herêmî" rawestiyan.