Ahmet Karaahmet,Mehmet Burak Karacaoğlu
16 Sibat 2022•Rojanekirin: 17 Sibat 2022
Li Sûriyeyê rejima Esed û komên terorîst ên Îran piştgiriya wan dike li Helebê depoyeke sotemeniyê kirin, 4 sivîl hatin kuştin û sivîlek jî birîndar bû.
Hêzên rejimê yên ku ji artêşa rejima Esed û komên terorîst ên Îran piştgirê wan yên li gundê Şêx Elî ya rojavayê Helebê bi cî bûne ji bejayê êrîşî depoyeke sotemeniyê ya li gundê Termeyê ya başûrê Helebê kirin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên parastina sivîl hatin hildan, di êrîşê da 4 sivîl hatin kuştin û sivîlek jî birîndar bû.

- Rewşa li Îdlibê
Tirkiye, Rûsya û Îranê di 2017an da di civîna Astanayê da Îdlibê û 4 qadên ne di destê rejima Esed da ne wek "herêmên kêmkirina rageşiyê" îlan kirin. Lêbelê rejim û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman bilî Îdlibê herêmên din tev bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistin û berê xwe dan Îdlibê.
Lêbelê rejimê û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman xêncî Îdlibê herêmên din bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistibûn û berê xwe dabûn Îdlibê. Di îlona 2018an da Tirkiye her çiqas bi Rûsyayê ra ji bo hêzdarkirina agirbestê li Soçiyê mitebeqata pêvek îmze kiribe jî di gulana 2019an da êrîşan dîsa jî bi awayekî xurt dewam kir.
Tirkiye û Rûsyayê di 5ê Adara 2020î da li Moskowê mitebeqateke teze çêkirin ku piştî wê agirbest tê parastin.
Di heyama 2017-2020î da kêmzêde 2 milyon sivîl ji ber êrîşên rejim û Rûsyayê koçî herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê kirin.