Elif Orhan
10 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2015
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu got ku me di heyameke bi nîqaş de mazûvantiya Mesûd Barzaniyê Serokê HKIyê kir, ev yek ji bo her kesê wekî peyamek e û got ku dê sibê Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan û Misteşarê Wezareta Karên Derve Ferîdun Sînîrlîoglu biçin Bexdayê.
Davutoglu got ku "Hebûna me ya li Iraqê ji bo pêkanîna îstiqrara vê herêmê ye. Ji ber ku em naxwazin bi DAEŞê re bibin cîran. Ji bo ku em bi DAEŞê re nebin cîran divê Hewlêr hêzdar be. Em dê ji bo vê yekê her cure piştgiriyê hem bidin Iraqê hem jî Herêma Kurdistana Iraqê."