Bi sedan xortên filistînî li ber bircên Qudsa kevn û li kolanan nimêja înê kirin. Li gelek camiyên Qudsê di xûtbeyê de qala tevgerên Îsailê yên der heqê Mescîdê Eqsayê de kirin.
Di danê nimêja înê de helîkopterên Îsraîlê li ser Mescîda Eqsayê firyan.
Ji alî din ve polêsên Îsraîlê li taxa Re'sul Amudê piştî nimêja înê 2 xortên filistînî binçav kirin.
Xortên filistînî ji bo Cihad et-Tawilê ku 3 mehan berê bê ehliyet erebe ajotibû û ji ber vê hatibû binçavkirin û li girtîgeha Bi'rus-Sebayê di operasyona leşkerên Îsraîlê de hatibû kuştin çalakî li dar xistin. Piştî nimêja înê li taxa Re'sul Amudê di navbera xortên filistînî û leşkerên Îsraîlê de pêvçûn derket.
Xortên filistînî kevir avêtin polêsan û agir berê zibilên derûdoran dan û rê girtin. Leşkerên Îsraîlê ji bi bombeyên îsotê êrîşî xortan kirin. Di pêvçûnê de 2 xortên filistînî hatin binçavkirin.