DIYALA
Hat ragihandin ku li Iraqê di bûyeran de 5 jê polês 11 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bi ders xistin, li Nînovayê bi destê kesên nenas li navenda polêsan êrîş pêk hat. Di bûyerê de 3 polês mirin û 8 kes jî birîndar bû.
Li bajaroka El-Qahîra Mûsilê jî êrîş li wesaîta konvoya pêşmergeyan hat kirin û di êrîşê de kesek mir, kesek jî birîndar bû.
Li herêma Es-Sehaciya Mûsilê li hember qereqola polêsan êrîş pêk hat. Di bûyerê de 2 polês û 2 êrîşkar mirin.
Li Diyalayê jî hêzên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) êrîşî cihê kontrolê kirin û di pevçûnê de peşmergeyek û 2 endamên DÎŞIyê mirin.