Bavê Umît Kurt û Nîhat Kazanhanê ku di bûyerên Cizîrê de mirin, bangewaziya aqlê selîmiyê da.
Li navçeyê malbatên ku zarokên wan di bûyeran de mirin, xemgîn in. Mehmet Emîn Kazanhanê bavê Nîhat Kazanhan, ku di vê bûyera dawiyê de mir, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku kurê wî yê 12 salî di 14ê rêbendanê de li taxa Yafesê hat kuştin.
Kazanhan ji ber ku şofêrê kamyonê ye, got ku ew roja bûyerê li Iraqê bûye û bi têlefonê xeber dane wî û ew li ser vê yekê ziviriye Cizîrê.
Kazanhan daxuyand, tu sûcekî kurê wî tunebû û ew dixwaze kesên ku Nîhatê kurê wî kuşt, bên girtin û ceza bixwin. Kazanhan wiha axivî: "Derd û kedera me nayê terîfkirin. Derdekî giran e ku ewladê meriv were kuştin. Înşallah ji vir şûnda zarokên din namirin. Em dixwazin ku aştî û aramî çêbibe. Bila êdî zarok nemirin."
- "Bes, bila zarok nemirin"
Umît Kurtê 14 salî di 6ê rêbendanê de li taxa Cûdiyê di bûyerê de hat kuştin. Abdullah Kurtê (57) bavê Umît Kurt jî got ku kurê wî boyaxkarî dikir û dema ku êvarê vegeriya malê, gule lê ket, li heman cihî kesekî din jî hat birîndarkirin.
Kurt got ku ew û malbata xwe ji ber kuştina Umît pir xemgîn in û malbata wî şev û roj ji bo kurê wî digirî.
Kurt daxuyand ku bes bila zarokên din nemirin û wiha dewam kir:
"Xwedê vê kulê û vî derdî nede tu kesî. Ji bo ku zarokên din nemirin, ez her roj dia dikim. Êş û kula ku em dikşînin, bila dê û bavên din nekşînin. Hundurê me dişewite, lewra derdê me pir giran e. Kurê min mir, bila ewladê kesî nemire. Bes bila zarok nemirin. Înşallah aştiyê were."