Hamdi Çelikbaş
22 Hezîran 2021•Rojanekirin: 22 Hezîran 2021
Li peravên Datçaya navçeya Muglayê bi lerza 5,3yê erd hejiya.
Li gor agahiya ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Afat û Acilê (AFAD) di saet 01.14ê da di Behra Egeyê da li peravên Datçaya navçeya Muglayê bi lerza 5,3yê erd hejiya.
Erdhej 11,40 kîlomêtre di binê erdê behrê da çêbû û navenda erdhejê tengaya 40 kîlomêtreyî dûrî Datçayê ye.
Li gor daxuyaniya ku li ser hesabê Twitterê yê AFADê hat dayîn, ji saet 01.25ê pê va li herêmê tu îxbareke neyînî tuneye.