Dinya

Serokomarê nû yê Îranê Reîsî: "Siyaseta me ya derva dê ne tenê bi peymana nukleerê ra sînordarkirî be"

Muhammet Kurşun  | 21.06.2021 - Rojanekırın : 22.06.2021
Serokomarê nû yê Îranê Reîsî: "Siyaseta me ya derva dê ne tenê bi peymana nukleerê ra sînordarkirî be"

Tahran

TEHRAN (AA) - Îbrahîm Reîsî yê mihefezekar ê di hilbijartina serokomariyê ya Îranê ya 18ê Hezîranê da bi ser ket, ragihand ku di serdema hikûmeta wî da siyaseta derva dê tenê bi peymana nukleerê ra sînordarkirî nebe.

Reîsiyê wekî Serokomarê 8emîn ê Îranê hat hilbijartin, li paytext Tehranê bi beşdariya rojnamegerên xwemalî û biyanî civîna çapemeniyê li dar xist û li ser siyaseya navxweyî û derva daxuyanî dan.

Reîsî ji bo pirsa gelo dê digel Serokê Amerîkayê Joe Biden hevdîtinê bike an na, bersiva "Nexêr" da û wiha got, "Biden çima pabendî teahudên hikûmetên berî xwe nabe? Pêşniyaza min a li rêveberiya Amerîkayê ew e ku pabendî teahudan bibe û ambargoyan rake."

Reîsî bal kişand, di siyaseta navxweyî da ew ê pêşaniyê bidin çareserkirina pirsgirka gel a debarê û zêdekirina derfetên kar û her wisa ji bo siyaseta derva jî wiha got, "Siyaseta me ya derva dê bi peymana nukleerê dest pê neke û dê bi peymana nukleerê ra sînordarkirî jî nemîne."

Reîsî diyar kir, Amerîkayê peymana nukleerê binpê kir û welatên Yekîtiya Ewropayê jî pabendî teahudên xwe nebûn û her wisa got ku ew ê piştgiriyê bidin wan hemû mizakereyan ku li gorî berjewendiya wan e.

Reîsî ji bo peywendiyên digel welatên cîran jî wiha got, "Yek ji pêşaniyên hikûmeta me jî peywendiyên digel cîranan e. Li gorî me li ber wê yekê tu asteng tune ku digel Erebistana Siûdî peywendî dest pê bikin û balyozxane vebin."

Îbrahîm Reîsî bersiv da rexneyên çapemeniya dereke yên der heqê wî da û îdia kir ku wî timî mafên mirovan parastiye.

Reîsî her wisa diyar kir ku ew ê Peymana Hevkariya Berfireh a 25 Salan a digel Çînê jî cîbicî bikin û bangî Îraniyên li derva kir ku bên welêt û veberhênanê bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.