Li Kolombiyayê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin ji 100 hezarî derbas bû
Bolivar
Li Kolombiyayê hejmara kesên ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin ji 100 hezarî derbas bû.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê, di 24 saetên dawîn da 648 kes mirin û hejmara miriyan derket 100 hezar û 582 kesî.
Di 24 saetên dawîn da li welêt 23 hezar û 239 pêketî hatin tesbîtkirin, bi tevahî hejmara pêketiyan derket 3 milyon û 968 hezar û 405an, hejmara kesên ku baş bûn jî 18 hezar û 876 zêde bû û derket 3 milyon û 685 hezar û 947an.
Bi van hejmaran va cara ewil e ku evqas kes di rojekê da dimirin.
Herî zêde li Bogotayê pêketî hene ku hejmara wan milyonek û 165 hezar û 221 e û ji bilî vê li eyaleta Antîoquayê jî hejmara pêketiyan bi 610 hezar û 130an va zêde ye.
Li welêt heta niha 14 milyon û 953 hezar û 869 kes doza ewil ya aşiyê bûn, 4 milyon û 781 hezar û 769 kesan jî doza xwe ya duyem dane kirin.