Ecem Şahinli Ögüç
15 Nîsan 2024•Rojanekirin: 15 Nîsan 2024
Hat ragihandin li Girava Britanyaya Nû ya Papua Gîneya Nû bi mezinahiya 6,5an erdhej çêbû.
Saziya Lêkolînên Jeolojiyê ya Amerîkayê (USGS) ragihand ku navenda lerzê, qedera 110 kîlometre rojhilatê başûrê bajarê Kîmbeyê yê li Girava Britanyaya Nû ye.
Erdheja ku mezinahiya wê 6,5 e, 49 kîlometre di kûrahiya erdê da çêbû.
Her wisa li gorî encamên destpêkê di erdhejê da ziyana can û mal nehat ragihandin.
Papua Gîneya Nû li "Xeleka Agirîn" a Pasîfîk dimîne ku piraniya erdhej û fealiyetên volkanîk ên dinyayê lê çêdibin.
Li welêt di 23yê Adarê da bi mezinahiya 7an erdhej çêbûbû û 3 kes miribûn.