Dinya

Li Xezeya 191 roj e di ber êrîşên Îsraîlê da ye hejmara kuştiyan derket 33 hezar û 729an

Mehmet Nuri Uçar  | 14.04.2024 - Rojanekırın : 15.04.2024
Li Xezeya 191 roj e di ber êrîşên Îsraîlê da ye hejmara kuştiyan derket 33 hezar û 729an

Istanbul

Li Xeta Xezeyê ya ku ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va di bin êrîşên artêşa Îsraîlê da ye, hejmara kuştiyan derket 33 hezar û 729an.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê da der heqê êrîşên Îsraîlê da yên ku li dijî Xeta Xezeyê191 roj in didomin, agahî hat dayîn.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn da di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da 43 Filistîniyên din jî hatin kuştin û 62 Filistînî jî birîndar bûn.

Her wiha hat balkişandin ku ji 7ê Cotmehê vir va di êrîşên Îsraîlê da hejmara Filistîniyên hatin kuştin derket 33 hezar û 729an, ya birîndaran jî derket 76 hezar û 371an.

Dîsa ew yek jî hat destnîşankirin ku hê di bin enqazan da û li devê rêyan cinaze hene, lê ji ber astengiya hêzên Îsraîlî, ekîbên tenduristiyê û rayedarên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin cinazeyan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın