Dinya

Blînken der barê rageşiya Îsraîl û Îranê da bi wezîrên karên derva yên welatên din ra li ser telefonê axivî

Hakan Çopur  | 15.04.2024 - Rojanekırın : 16.04.2024
Blînken der barê rageşiya Îsraîl û Îranê da bi wezîrên karên derva yên welatên din ra li ser telefonê axivî

Washington DC

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blînken bi Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan û Wezîrên Karên Derva yên Erebistana Siûdî, Misir, Urdun û Îngîltereyê ra bi telefonê axivî û der barê rewşa dawîn ya aloziya Îsraîl-Îranê da got Amerîka naxwaze li herêmê alozî zêde bibe.

Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê Matthew Mîller der barê telefonên Blînken da daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Blînken ji ber hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo kêmkirina rageşiya li Rojhilata Navîn spasiya Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan kir û bal kişand ku Amerîka girîngiyê dide ewlehiya Îsraîlê.

Blînken li ser telefonê bi wezîrên karên derva yên Erebistana Siûdî, Misir, Urdun û Îngiltereyê ra der barê rewşa dawîn ya rageşiya Îsraîl-Îranê da axivî û ji hevtayên xwe ra got Amerîka naxwaze ku li herêmê rageşî zêde bibe.

Blinken diyar kir ku Amerîka der barê ewlehiya Îsraîlê da hesas e û destnîşan kir ku ew ê ji vir pê va bi welatên herêmê ra di nav têkiliya nêzîk da tevbigerin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın