01 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2016
MÛSIL
Hat ragihandin ku li Mûsila bajarê Iraqê di 48 saetên dawîn da 15 zarok bi destê nîşangirên DEAŞa rêstina terorê hatin kuştin.
Newzed el-Qasimê serpel ê artêşa Iraqê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Li Mûsilê gelek zarokên ku ji herêmên di destê DEAŞê da ne direvin û ji bo ku xwe dixwazin xwe bigihînin hêzên ewlekariyê dibin hedefa nîşangirên DEAŞa rêxistina terorê.
Qasim got DEAŞ wisa dike ku gel bitirse û ji herêmên wan nereve, rêxistina terorê car caran jî zarokan wek "mertalê zindî" bi kar tîne.
- 2 hezar û 150 kesên din jî hatin tehliyekirin
Ji hêla din, ji ber kêmasiya binesaziya deverên ji DEAŞê rizgarkirî û xetereya êrîşên nû, tehliye berdewam in.
Yek ji berpirsên Heyva Sor a Iraqê Iyad Rafîd destnîşan kir ku di nava 2 rojên dawîn da tevî jin û zarokan 2 hezar û 150 kesên din jî deverên rojhilat û bakurê Mûsilê ku ji DEAŞê hatin paqijkirin, bal herêmên ewle hatin tehliyekirin.
Wezîrê Koç û Koçberiyê yê Iraqê Casim el-Caf destnîşan kiribû ku ji 17ê cotmehê roja destpêka operasyona rizgarkirina Mûsilê vir va hejmara sivîlên ku bajar terikandin û hatin kampên penaberan, gihîşt 80 hezarî.