01 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2016
ANTALYA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu got: "Heger çareseriyeke siyasî çênebe û yekîtiye neteweyî û yekbûna axa Sûriyeyê pêk neyê, îro DEAŞ were paqijkirin sibê rêxistineke din a terorê wê derkeve. Divê em çavkaniyê ziwa bikin. Rêya vê jî çareseriyeke siyasî ye."
Çavuşoglu bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ra civîna çapemeniyê lidarxist.
Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Lavrov ji bo êrîşa esmanî ya ku di 24ê mijdarê da li Sûriyeyê dijî Hêzên Çekdar ên Tirk hat kirin da got: "Tu eleqeya Rûsyayê bi vê tuneye. Hêzên çekdar ên Sûriyeyê ev êrîş kiriye."
Lavrov li ser rewşa aboriya Rûsyayê jî sekinî û wiha pê da çû: "Hecma me ya ticareta derva kêm dibe û divê em vê sererast bikin. Em li ser mijarên lojîstîk sekinînin. Me dît ku ji vir pê da ji bo rakirina sepandinan em di heman fikrê da ne û em li ser vê axivîn."