Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva der barê êrîşa esmanî ya DYAyê li Sûriyeyê dijî baregeha rejimê kir da wiha got: "Em vê midaxeleya DYAyê di cî da dibînin û piştgiriyê didinê."
07 Nîsan 2017•Rojanekirin: 08 Nîsan 2017
Ankara
ANKARA/ANTALYA
Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva der barê êrîşa esmanî ya DYAyê li Sûriyeyê dijî baregeha rejimê kir da wiha got: "Em vê midaxeleya DYAyê di cî da dibînin û piştgiriyê didinê."
Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva li Alanyayê piştî civîna şêwrê ya bi mixtarên Alanya û Gazîpaşayê ra der barê rojevê da daxuyanî da rojnamevanan.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu diyar kir lazim e herêmên ewle berfirehtir bikin û wiha got: "Di nav Sûriyeyê da niha avakirina herêmên ewle ji demên berê zêdetir hewce dike. Lazim e em van herêmên ewle berfirehtir bikin."
Çavuşoglu wiha got: "(Beriya operasyonê) Agahî dane koalîsyonê. Jixwe beriya hemû tiştan agahî bi koalîsyonê re tên parvekirin. Di vê meseleyê de problem tuneye. Balyozê DYAyê yê Enqereyê John Bass jî bi misteşarê me re axivî."