Haydar Şahin
2017 ж. 28 желтоқсан•Rojanekirin: 2017 ж. 28 желтоқсан
KABUL
Hat ragihandin ku li Kabula paytextê Efxanistanê êrişa xwekujiyê birin ser navenda çandê, li gor tesbîtên ewil 30 kes di êrişê da hatin kuştin.
Rayedarên ewlekariyê diyar kirin ku li Kabulê li avahiya navenda çandê ya ku ajansa xeberan a Dengê Efxanistanê (Ava) lê ye êrişa xwekujiyê hat kirin.
Li gor daxuyaniya ku Berdevkiya Wezareta Karên Navxweyî da nûçegihanê AAyê, li gor tesbîtên ewil di êrişê da 30 kes hatin kuştin û 40 kes jî hatin birîndarkirin.
Ditirsin ku hejmara kuştiyan zêde bibe.
Şahidên bûyerê gotin piştî êrişa xwekujiyê erişkarekî din kete hundir û çeporasto gule agir kir.
Tabyana navenda çandê di destê komên Hazaraya endamên mezhebê şiî da ye, li avahiyê ajansa nûçeyan û saziyên wek navendên perwerdeyê hene.
Hetanî vê gavê tu kesî berpirsyariya êrişê hilnedaye ser xwe.