Haydar Şahin
2017 ж. 28 желтоқсан•Rojanekirin: 2017 ж. 28 желтоқсан
KABUL
Li Kabula paytextê Efxanistanê di êrİşa xwekujiyê yê ya li ser navenda çandê da 40 kes hatin kuştin.
Rehîmî Nasratê Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Kabulê li avahiya navenda çandê ya ku ajansa xeberan a Dengê Efxanistanê (Ava) lê ye êrİşa xwekujiyê hat kirin.
Rehîmî destnîşan kir ku di êrişê da 40 kes hatin kuştin û 30 kes jî hatin birîndarkirin.
Rehîmî diyar kir ku dema xwendekar li navenda çandê civiyabûn êrİş hat kirin û piştî êrîşê 2 bombeyên ku li nêzîkî navenda çandê hatibûn bicîkirin jî hatin teqandin.
Di daxuyaniya Nexweşxaneya Îstiqlalê da hat destnîşankirin ku rewşa hin birîndaran giran e.
Serokatiya Dewleta Efxanistanê êriş şermezar kir.
Hetanî vê gavê tu kesî berpirsyariya êrişê hilnedaye ser xwe, lêbelê Talîbanê diyar kir ku eleqeya wê bi êrişê ra tune.
Tabyana navenda çandê di destê komên Hazaraya endamên mezhebê şiî da ye, li avahiyê ajansa nûçeyan û saziyên wek navendên perwerdeyê hene.