Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xistin Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ji bo her kartekê 8.20 dolar da. Lijneyê di 22yê Cotmeha 2013an de bi şirketa Îspanyol Indra re ji bo kartên hilbijartinê peymanek îmze kir. Li gor vê peymanê Lijneya Bilind a Hilbijartinê ji bo 21 milyon û 500 hezar kartên hilbijêra 130 milyon dolar da şirketa Indrayê.
Parlementerê Yekîtiya Niştamanî Kurdistan (YNK) goran Azad, daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "Pereyên ku ji bo van kartan hat xerckirin zehf zêde ye. Karten elektornîk nikarin beriya sextekariyên di hilbijartinan de bigire. Tu feydeya wan ji bo hilbijartinên adîl tune ne."
Parlementerê Partiya Yekîtiya Îslamî (Yekgirtu) Mewlud Bavêmûrad jî îdia kir ku kart xelet û li gor agahiyên kevn hatin çapkirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Mesela fonên xurekê wek bingeh girtine û çap kirine. Bi van kêmasiyan nikarin pêşiya sextekariyan bigirin. Em divê wek hemû partiyên siyasî û Saziyên Civaka Sivîl (SCS) vê sîstemê red bikin."
Pisporekî hilbijartinan yê ku nedixwest navê wî bê nivîsîn parast ku Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ji bo kartan deh qat zêde pere da û wiha axivî: "Şirketa Spanyol ya ku kartan derxist, bi awayekî ku ji dijberiyê re rê nemîne îhale girt. Dikaribûn ku ji van kartan her yekî ji şirketek din 60 centî bistînin."
- "Welatiyê ku nekare kartê bistîne dê çi bike?"
Berpirsyarê Karên hilbijartinê ya partiya muxalefeta sereke Goranê Aram Mihemed jî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ji bo ku welatî bikarin kartên xwe bistînin rojek tenê hat diyarkirin û wiha axivî: "Êw welatiyên ku nekarin di vê maweyê de kartên xwe bistînin dê çi bikin? Lijne li gor kîjan qanûnê welatiyên ku nekarin kartên xwe bistînin ji mafê hilbijartinê bêpar bihêle? Di ser de jî kart li gor qeydên hilbijêran yên berê hatine çapkirin, ji bo hezaran hilbijêrî ji yekî zêdetir kart hatiye derxistin."