BEXDA
Ev demeke di nav Hikûmeta Bexda û Herêma Kurdistana Irakê de li ser butçe û îxrackirina neftê nîqaş tên kirin. Hat ragihandin ku di dimeke kurt de qeyrana butçe û îxrackirina neftê ya di navbera Hikûmeta Bexda û Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) de ye, dê bê çareserkirin.
Serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malîkî, bi Serokwezîrê HKIê Neçîrvan Barzanî û lijneya digel wî re hat bal hev. Piştî hevdîtinê buroya çapemeniyê ya Malikî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Lijneyên Bexda û Hewlêrê di bin serokatiya Malikî û Barzanî de civiyan. Di civînê de her du aliyan jî ji bo pirsgirêka ku di navbera wan de ye çareser bikin hewl da. Her du aliyan jî anî ziman ku ew dixwazin di demeke kurt de pirsgirêka di navbera wan de ye çareser bikin."
-Her du aliyan jî pêşniyarên xwe yên çareseriyê pêşkêş kirin
Di malpera fermî ya hikûmeta HKIê de jî daxuyaniyek hat weşandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Barzanî û lijneya ligel wî piştî hevdîtinên bi Malîkî re kirin, bi Alîkarê Serokwezîr Huseyîn Şehristanî û lijneya digel re jî hatin bal hev. Hat ragihandin ku civîn di atmosfereke erênî de derbas bû û di civînê de her du aliyan jî pêşniyarên xwe yên derbarê çareseriyê de pêşkêş kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Di civînê de li ser hûrgiliyên pêşniyarên çêreseriyê yên ku du hefte berê diyar kiribûn û nexşerêya çareseriyê nîqaş kirin. Her du aliyan jî hewl dan û pêşniyarên xwe anîn ziman ku bigihîjin encamekê."
Neçîrvan Barzanî digel lijneya gel xwe, piştî hevdîtinên Bexdayê vegeriya Hewlêrê.