Abdullah Tel
30 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2017
BEXDA
Li Iraqê nexweşiya penceşêrê di nav welatiyan da zêde bû. Di salên dawîn da zêdebûna vê yekê bi gemariya hawirdorê û bermayiyên eskerî yên piştî şer û pevçûnên bi salan dewam kirin va tê girêdan.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê yê Iraqê Seyfe Bedr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li Iraqê salê nêzîkî 2 hezar û 500 kes bi nexweşiya penceşêrê dikevin û ji sedî 20ê wan jî nexweşê penceşêra pêsîrê ne.
Bedr bal kişand ser nexweşiya penceşêrê ya ku di nav salên 2003-2017an da zêde bû û ragihand ku rapora der barê daneyên nexweşiyê da jî di dawiya salê da wê bê weşandin.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê piranî ji ber bermayiyên çek û cebilxaneyên di dema şerê sala 2003an da hatin bikaranîn jî di nav da ji ber bermayiyên eskerî li seranserê welêt 25 hezar nexweşên kansêrê yên qeydkirî hene.
- Ji dagirkirina Emrîkayê ya sala 2003an vir va nexweşiya penceşêrê bi awayekî dramatîk zêde bû
Tê gotin ku li Iraqê piştî sala 2003an bi taybetî jî li bajarên başûrê welêt hejmara nexweşên bi penceşêrê ketine bi awayekî cidî zêde bûye.
Serokê Saziya Penceşêrê ya Iraqê ku girêdayî hikûmetê ye Cewad El Elî di daxuyaniya berê dabû da got: "Hejmara welatiyên li bajarên başûr bi penceşêrê ketine di sala 2005an da hezar û 885 bû, ev reqem di sala 2006an da derket 2 hezar û 202î û di sala 2007an da jî ev reqem gihîşt 3 hezar û 71ê."
Pisporên vî karî dibêjin ku zêdebûna nexweşiyê li bajarên başûrê welêt ji ber germahiya hewayê û bermayiyên eskerî yên ku ji şerê Îran-Iraqê (1980-1988), Şerê Kendavê (1991) û dagirkirina Emrîkayê (2003) mane pêk tê.
- Li wîlayetên başûrê welêt qirêjî jî zêde ye û penceşêr jî
Ji hêla din va Endamê Komîsyona Hawirdor û Tendûristiyê ya Meclisa Iraqê Menal Wehab jî got: "Sedemeke din ê nexweşiya penceşêrê jî polîtîkayên xelet ên hikûmetê ne. Lewra xeletiyên hikûmetê yên di qada tendûristiyê da li seranserê welêt bû sedema zêdebûna nexweşiya penceşêrê."
- "Li hemberî zêdebûna nexweşiya penceşêrê kadro kêm e û amûrên tibbî jî têr nakin
Dr. Murad Ehmedê ku li Daîreya Tenduristiyê ya Bexdayê wezifedar e jî destnîşan kir ku nexweşxaneyên li Bexda û bajarên din ji ber zêdebûna nexweşiya penceşêrê têr nakin û wiha pê da çû:
"Nexweşiya penceşêrê zêde bû lê li hemberî vê kadro kêm in û amûrên tibbî jî têr nakin. Mixabin ji hêla fînansê va jî piştgiriya hewce dike hej negihîştiye asta çareseriyê. Nexweşên derfetên wan hene bi taybetî jî ji bo tedawiyê diçin Urdun, Îran û Tirkiyeyê. Lê yên derfetên wan tunene jî bi hewl û xebatên xwe ji xwe ra li çara serê xwe digerin."