Sevim Hatun
30 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2017
ŞAM
Li Sûriyeyê hêzên girêdayî rejima Esed êriş birin ser Xûtaya Rojhilat ku di nav "herêmên kêmkirina rageşiyê" ên paytext Şamê de ye û di êrişan de 11 sivîl hatin kuştin
Ji rayedarên Parastina Sivîl ên li herêmên Xûtaya Rojhilatê Mehmûd Edhem ji nûçegihanê AAyê re axivî û got ku hêzên rejimê êriş birin ser herêma Sekba, Hemûriye û Kefr Betnayê di êrişan de yek jê aktîvîstê herêmî bi tevahî 11 sivîl hatin kuştin.
Edhem diyar kir ku ji topên hawanê yek ket ser dibistanekê di encamê de du xwendekar birîndar bûn. Ji ber êrişan li herêmê xisareke mezin a madî çêbû.
Taxa Cobarê û herêma Eyn Termayê ku di nav sînorê herêma Xûtaya Rojhilatê de ne zêdetirê 5 salan e ku ji aliyê rejimê ve hatine dorpêçkirirn.
Tirkiye, Rûsya û Îranê di civîna Astanayê ya di 3-4ê Gulanê de Xûtaya Rojhilat yek ji çar herêmên bêşer îlan kiribûn. Rûsyayê di 22yê Tîrmehê de diyar kiribû ku li Xûtaya Rojhilatê agirbest ketiye rewacê. Lê belê êrişên rejimê berdewam dikin.