Haydar Şahin
03 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2020
Li Iraqê ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) 49 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derkete 9 hezar û 347 kesan.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristî û Hawirdorê ya Iraqê da hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn da 49 kesên din mirin, 3 hezar û 672 pêketiyên teze hatin tesbîtkirin.
Li gor daneyên dawîn 9 hezar û 347 kes mirin û 375 hezar û 931 kes jî bi vîrusê ketin.
Hejmara pêketiyên rind bûn jî 3 hezar û 861 zêde bû û derkete 303 hezar û 665 kesan.