03 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2020
Rêveberiya Amerîkayê ya li Sûriyeyê piştgiriya dide YPG/PKKyê didomîne alîkariya 400 milyon dolarî ya piraniya wê ji amûran pêk tê dide rêxistina terorê.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlekariyê sitand, Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ji bo qaşo hêzên ewlekariyê yên YPG/PKKya rêxistina terorê bernameya alîkariya ya 400 milyon dolarî da destpêkirin.
Piraniya paketa piştgiriya ya ji meha borî dest pê kirin didin ew ê ji bo armancên eskerî were bikaranîn.
Di çarçoveya bernameya ku ew ê hetanî serê salê dewam bike da cihazên keşfa bombeyan, teqîba rêça pêçiyan û ekîpmanên polêsan teslîmî endamên rêxistinê dikin.
Xêncî amûrên li herêma rêxistinê dagir kiriye lazim dikin gelek kîtên testa Kovîd-19ê jî teslîmî rêxistinê dikin.
Armanca vê bernameyê ew e ku mekanîzmaya ewlekariya navxweyî ya rêxistina herêm dagir kiriye hêzdar bikin.
- Bersiva Amerîkayê
Nûçegihanên AAyê bernameya piştgiriya rêxistina terorê ji Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê pirsîn.
Wezaretê di daxuyaniya nivîskî da wiha bersiv da:
"Ji van fonan tu parçeyek ew ê nedin hêzên ewlekariyê. Tevahiyê 720 milyon dolarê ku demekê berê hatibû eşkerekirin jî ji bo alîkariya mirovahiyê ye. Amerîka alîkariya mirovahiyê ya ji bo welatiyên Sûriyeyê yên li herêmê bi navbeynkariya rêxistinên navneteweyî yên xwedî tecrûbe û saziyên civaka sivlî va belav dike."
Mîke Pompeoyê Wezîrê Karên derva yê Amerîkayê di 25ê lîonê da diyar kiribû ku rêveberiya Amerîkayê ew ê bi qasî 720 milyon dolarî alîkariya zêde bide Sûriyeyê.
Amerîkayê di çarçoveya bernameya perwerdeyê da gelek caran piştgiriya amûr, perwerde û sîlahan dabû rêxistina terorê.