Türkan Tosun
29 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2019
DEAŞa rêxistina terorê li Salahaddîna bajarê Iraqê êrîşê bîrên neftê yên Acîl û Allasê kir.
Serefser Saad Mihemed ê ji Fermandariya Operasyonên Salahaddînê ya girêdayî artêşa Iraqê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand terorîstên DEAŞî li bajarê Salahaddînê bi çekan va êrîşê bîrên neftê kirin.
Polêsan rê li ber terorîstên ku êrîşî bîrên neftê yên Acîl û Allasê kirin girtin ku ew negîhîjin qadên vejenê.
Hat ragihandin li herêmê tevdîrên ewlehiyê hatine zêdekirin, di êrîşê da ji hêzên ewlehiyê tu kes nemiriye an jî birîndar nebûye.
Di çileya pêşîn a 2017an da hatibû gotin DEAŞ li welêt têk hatiye birin. Ji wê demê vir va cara ewil e êrîşeke wiha tê kirin.
- Li hemberî terorîstên DEAŞî operasyona esmanî
Li Enbara bajarê Iraqê du navendên DEAŞê bi operasyona esmanî va hatin gulebarankirin.
Mecîd el Yasîriyê di Tumena 7emîn da serefser e daxuyand 4 terorîst hatin kuştin.
Hikûmeta Iraqê di çileya pêşîn a 2017an da daxuyandibû hemû axa welêt ji destê DEAŞê hatiye hildan. Lê rayedarên esker dibêjin rêxistin hê jî xwedî hucreyên veşartî ye û êrîşên xwe didomîne.