Türkan Tosun
29 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2019
Li Calîfornîaya eyaleta Amerîkayê di êrîşa li hemberî mihrîcana xwarinê da 3 kes mirin û 12 kes jî birîndar bûn.
Li gor nûçeyên çapemeniya Amerîkayê li bakurê Calîfornîayê di Mihrîcana Sîran a Gîlroyê da êrîşa biçek hat kirin.
Li gor agahiyên ewil di êrîşê da herî kêm 3 kes mirin û 12 kes jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyan, êrîşkar jî hê nehat girtin.
Şahidan gotin kesê êrîş kir yekî dora 30 salî û çêrmspî bû, bi çekeke nîvotomatîk va gule berda der û dorê.