2015 ж. 23 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 23 қыркүйек
MARDÎN
Li Dêrika navçeya Mêrdînê bi tivingê êrîşî 2 motorsîkletan kirin. Di bûyerê da ajokarên herdu motorsîkletan mirin, kesekê li motorsîkletê siyar bibû û 2 kesên din di texsiya parkkirî da birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, kesên ku hê nayên zanîn bi tivingê êrîşî Ahmet û Sadettîn Kaya yên ku li ser rêya Dêrik-Diyarbekirê motorsîkletên bêpîlaqe diajotin kirin.
Di êrîşê da Ahmet û Sadettîn Kayayên ku motorsîkler diajotin, Mîrak Yildizê ku li motorsîkletê siyar bibû, Remziye Duran û Mehmet Şerîf Seydaogluyê ku di texsiya li rexê da bûn birîndar ketin.
Ekîbên Serwêsa Ecil a 112ê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê. Sadettîn Kayayê ku rewşa wî giranbû li Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê mir, Ahmet Kaya jî dema sewqî Diyarbekirê dikirin di rê da mir.
Ji bo girtina bersûcan xebat didomin.