2015 ж. 22 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 22 қыркүйек
VAN
Li Çataka navçeya Wanê tirimbêlek wergeriya Çemê Botanê. Di qezayê de 4 kes mirin û kesek jî bi giranî birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, welatiyan li navçeyê ji bo cejnê mêşineke sitand û li wesayita bi plakaya 31 ADM 38an a Siddik Saribûlak ajovaniya wê dikir siwar bûn. Ajovan Saribûlak li nêzî herêma Tellîkayayê kontrola wesayitê winda kir.
Wesayit ji ser kendalê ku bilindiya wî 70 metro ye wergeriya Çemê Botanê. Ajovan Saribûlak, Resûl Saribûlak digel Bîlal û Seyfettîn Canîş li cihê bûyerê mirin.
Sînan Canîş jî di qezayê de bi giranî birîndar bû. Canîş bi ambulansê birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêma Wanê.
Ekîbên îtfaye û servîsa 112 a acil cinazeyên kesên ku di qezayê de mirin ji çêm derxistin.