22 Îlon 2015•Rojanekirin: 22 Îlon 2015
KERKÛK
Li Kerkûka bajarê Iraqê welatiyan ji bo amadehiyên Eydiya Qûrbanê berê xwe dan çarşî û bazarên bajêr.
Şêniyên Kerkûkê ji bo danûstandinê herî zêde diçin Çarşiya Bazara Mezin a ku li navenda bajêr.
Li seranserê welêt qeyrana aboriyê heye û karmendan bi mehan e mehaniya xwe hilnedane lê tevlî digel vê yekê jî çarşû û bazarên Kerkûkê qelebalixe.
Kerkûkî di danûstandinê de herî zêde êmîş, cureyên şekir, peqlewe, dan û dû dikirin, lê bala xwe zêde nadin ser dikanên ku cil û bergan difiroşin.
Li Kerkûkê gel roja erefeyê diçe ser goristanê, ji miriyên xwe re dia dike û bixuyan pê dixe ji ber vê jî di nav amûrên ku bo eydiyê herî zêde tên firotin de yek jî bixur e.
- Mehanî nedan, kar kêm e
Esnafên ku şîrînahî û xurekê difiroşin ji eleqeya welatiyan razî ne lê dikanên ku cil û bergan difiroşin ji vê rewşê pir razî nînin. Ehmed Fazil ê ku di Çarçiya Bazara Mezin de cilên jinan difiroşe diyar kir ku di eydiyên berê de ji sedî 80yî malê xwe difirotin lê niha nikarin ji sedî 30yê malê xwe bifiroşin û wiha dewam kir: "Me berê pardusokî bi 100 hezar dînarî difirot lê niha heman pardusoyî em 60 hezar dînarî difiroşin."
Fuad Seîdê ku li heman bazarê pêlavan difiroşe jî destnîşan kir ku ji ber mehanî nehat razandin û êrîşên DAEŞê karên wan kêm bû.
Mûrat Remziyê ku êmişan difiroşe jî niha ji halê xwe û karê xwe raziye. Remzî ragihand ku karê ku ew dikin niha baş e û wiha pê de çû: "Piyaseya me niha gelek baş e. herkes êmîş, şekir û loqiman dikire. Bihayê me jî baş e û pir zêde nîne. Herkes li gor budçeya xwe ji mala xwe re tiştan dikire."
Evdilganî Zeynelabîdînê biharatfiroş jî got ku ew niha herî zêde bixuran difiroşin.