29 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2019
Di êrîşa asîmanî ya hêzên hevpeymana bi serkêşiya Amerîkayê ya dijî Dêrazora li rojhilatê Sûriyeyê da 5 sivîl hatin kuştin.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat wergirtin, firokeyên şer ên hevpeymana bi serkêşiya Amerîkayê nîvê şevê li rojhilatê parêzgeha Dêrazorê li bajarokê Zîrê ku di bin îşxala rêxistina terorê YPG/PKKyê da ye, bi gumana ku "endamên DAEŞê ne", cotkarên ku li zeviyê dixebitîn kirin armanc.
Di encamê da 5 sivîl hatin kuştin.
- YPG/PKKyê 13 sivîl kuştibûn
Hêzên hevpeymana bi serkêşiya Amerîkayê û rêxistina terorê YPG/PKK ku navê "HSD" diemilîne, 16ê tîrmehê jî li Dêrazorê di operasyona ji bo ku DAEŞiyekî berteref bikin li dar xistibûn da 13 sivîl kuştibûn.
Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) di rapora ku 20ê adarê weşandibû da ragihandibû ku hevpeymana bi serkêşiya Amerîkayê ji midaxaleya îlona 2014an heya 20ê Adara 2019an, 924 jê zarok, 656 jê jin bi tevahî 3 hezar û 35 sivîl kuştin.
YPG/PKKya ku Amerîka piştevanê wê ye, di berfanbara 2018an da DEAŞî ji rojhilatê parêzgeha Dêrazorê ya li ser sînorê Iraqê derxistibûn û bi xwe bi cih bûbû.