Berdevkê polîsê Iraqê Xalib et-Tayî daxuyanî da û got ku li hin derên cuda êrîşî sivîlan û hêzên ewlehiyê kirin. Li bajarê Mûsila li ser eyaleta Nînovayê êrîşî wesaîtên eskeran kirin û di encama êrîşê de 18 esker mirin, 9 esker jî birîndar bûn.
Tayî diyar kir ku serbazekî mihafizê Serokê Meclisa Iraqê Usame El-Nûcefî, li nav bajarê Nînovayê hat kuştin. Her wiha dîsa li bakurê Mûsilê li hember serbazekî din jî qesta mirinê kirin, di encamê de serbaz û keçika wî mirin.
Ji aliyê din ve li bakurê rojhilatê Mûsilê dema ku konvoya eskeren derbas dibû bombeya li ser rê bi cih kiribûn teqiya. Di teqînê de 4 leşker mirin, 4 leşker jî birîndar bûn.
Car caran li Mûsilê êrîşî esker û sivîlan kirin. Hikûmeta Iraqê ji ber êrîşan Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) wekî berpirsîyar dibîne û dijî kesên çekdar operasyonên xwe didomîne.