Wedûd daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku tu têkiliyên diplomatîk di navbera Iraq û Îsraîlê tunene û dewleta Îsraîlê ya ku li ser axa Filistînê ava bûye nas nakin. Wedûd wiha dewam kir: "DÎŞI siyonîst e. Armanca DÎŞIyê ew e ku zirarê bide Iraq û welatên ereb û Îslamê ji holê rake."
Wedûd diyar kir ku Îsraîl ji bo di şerê ku li Enbarê didome de bi kar bîne çek û cebilxane da DÎŞIyê. Wedûd got: "Artêşa Iraqê çekên DÎŞIyê yên ku bi destê Îsaraîlê hatine çêkirin bi dest xist."
Wedûd diyar kir ku Iraq ji bo hin welatan wekî qada şer û korîdora qaçaxçitiya çekan tê bikaranîn. Wedûd wiha dewam kir:" Ji ber ku hin welat tevlî karên hundir dibin û alîkariyê didin DÎŞI û rêxistinên dinê, Iraq dibe wekî qada pevçûnê.
Wedûd destnîşan kir ku piştgiriya herêmî û piştgiriya Îsraîlê bandoreke mezin li ser ewlehiya Iraqê dike. Şerê li Iraqê, ne şerê şiî û suniyan e, şerê Artêşa Iraqê û rêxistinên terorîstan e.