Dinya

Li Iraqê bin serokatiya Nuceyfî da partiyeke nû hat avakirin

Serokê Partiya Eniya Rizgarî û Pêşketinê Usama en-Nuceyfî: "Di siyaseta Iraqê da xitimîn çêbûye. Em nikarin li ber vê yekê xwe nedîtî biavêjin"

Elif Orhan  | 14.09.2019 - Rojanekırın : 15.09.2019
Li Iraqê bin serokatiya Nuceyfî da partiyeke nû hat avakirin

Baghdad

Li Iraqê bi serokatiya Usame en-Nuceyfiya ji serokên Erebên Sunî "Partiya Eniya Rizgarî û Pêşketinê" hat avakirin.

Nuceyfî li Bexdayê bi civîneke çapemeniyê damezrandina partiyê ragihand û diyar kir partî ji bo ku li welêt guherîn û reformê bike hat avakirin û got ku "Di siyaseta Iraqê da xitimîn çêbûye. Em nikarin li ber vê yekê xwe nedîtî biavêjin."

Nuceyfî qal kir ku li Iraqê hevgirên girîng (Sunî) ji pergala siyasî tên dûrxistin û got ku li bajarên ku ji terorê hatin rizgarkirin pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî didomin. Nuceyfî nirxandina "Nasnameya van bajaran jî dijî hiqûq û dîn hat guhertin. Rewşa kesên ji cihê xwe bûn û hatin revandin jî bû birîneke mezin."

Nuceyfî got wisa bawer dikin ku xwedan biryarên eslî gel e û wiha axivî:

"Gelê me dikare ku guherîna li welêt bide destpêkirin. Em ji bo parastina hêviyên gel xwedî îrade û xîretê ne. Em ne li pey tu serwet û meqamê ne. Em bi siyasetmedar û serokên girîng ra hatin bal hev û me eniya xwe (partî) ya ku projeyeke pêşketinê ye ava kir. Armanca me ya sereke avakirina dewleta xwe dispêre bingeha welatîbûna wekhev û pêşketinê ye. Em her tiştê dervayî kontrola dewletê da wekî kaosê dibînin. Em girîng dibînin ku bêyî dûrxistina tu kesî dewleta hiqûqê bê avakirin. Em her cure gendelî û îsrafa malên kamuyê red dikin. Em dê ji bo ku qanûnên li gor esasa mezhebparêziyê hatine derxistin bên rakirin bixebitin. Ji bo ku polîtîkayên revandina mirovan û li gor aîdiyeta nasnameyan ragirtinê ji holê bên rakirin jî em dê têkoşînê bidin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın