Dinya

Erebistana Siûdî hilberîna neftê da sekinandin

Wezîrê Vejenê yê Erebistana Siûdî Prens Ebdulezîz bîn Selman diyar kir, ji ber ku firokeyên bêpîlot ên çekdar (SÎHA) duh êrîşî 2 tesîsên Saudi Aramcoya şirketa neftê ya neteweyî kirin, hilberîna neftê ji bo demekê hat sekinandin

İbrahim Atmaca  | 15.09.2019 - Rojanekırın : 17.09.2019
Erebistana Siûdî hilberîna neftê da sekinandin

Riyad

 Wezîrê Vejenê yê Erebistana Siûdî Prens Ebdulezîz bîn Selman diyar kir, ji ber ku firokeyên bêpîlot ên çekdar (SÎHA) duh êrîşî 2 tesîsên Saudi Aramcoya şirketa neftê ya neteweyî kirin, hilberîna neftê ji bo demekê hat sekinandin.

Li gor daxuyaniya Wezîrê Vejenê yê Erebistana Siûdî Prens a ku di ajansa nûçeyan a Erebistana Siûdî da cih girt, li tesîsên Bikayk û Hiraysê yên Saudi Aramcoyê hilberîn ji bo demekê sekinî, pêdivî wê ji stoqan were temînkirin.

Bîn Selman diyar kir ku li gor tesbîtên ewil di êrîşê da teqîn çêbûn û ji ber teqînan derxistina 5,7 milyon warîl nefta xam sekinî.

Duh li gor saeta herêmî serê sibê di 04.00î da bi SÎHAyan va êrîşî 2 tesîsên Saudi Aramcoya şirketa neftê ya neteweyî kiribûn û piştî êrîşê agir bi tesîsan ketibû.

Hûsiyan daxuyaniya nivîskî dabûn û îma kiribûn ku wan êrîş kiriye.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın