Dinya

Li Hong Kongê protesto ligel qedexeyê dewam dikin

Polêsan bi xaza rondikrêj va midaxaleyî xwepêşandêrên ku molotof avêtin nêzîkî avahiyên hikûmetê kirin

Önder Beyter  | 15.09.2019 - Rojanekırın : 16.09.2019
Li Hong Kongê protesto ligel qedexeyê dewam dikin

Beijing

 Li Çînê li Herêma Rêveberiya Taybet Hong Kongê xwepêşandanên dijî hikûmetê ku bi hezaran xwepêşandêr beşdar in, ligel qedexeya ku polêsan danî, dewam dikin.

Li gorî nûçeya rojnameya South China Morning Postê, li Hong Konga ku ev 15 hefte ne protestoyên dijî pêşnumaya radestkirina sûcdaran bo Çînê berdewam in, bi destê Eniya Mafên Mirovan a Sivîl ku yek ji komên dijî hikûmetê ye, çalakiyek hat lidarxistin.

Xwepêşandêrên ku li herêmê ji semtê Causeway Bayê ber bi semtê Centralê dest bi meşê kirin, gava hatin semtên Wan Chai û Admiraltyê ku li ser guzergehê ne, molotof avêtin nêzîkî avahiyên hikûmetê.

Piştî protestoyên ku zirar dan hin navendên danûsitandinê, xizmetên metroya Admiralty û Wan Chaiyê hatin rawestandin.

Polêsan bi wesayîtên zirîpoş û xaza rondikrêj midaxaleyî xwepêşandêrên ku ligel hişyariyê belav nebûn, kir. Xwepêşandêran jî bi molotof û kevirên peyarêyan va bersiv dan polêsan.

Li Hong Kongê protestoyên îro ji aliyê Eniya Mafên Mirovan a Sivîl ku yek ji komên mezin ên mixalif e, çend hefte berê hatibûn ragihandin.

Hêza Polêsê Hong Kongê bi sedemê ku xwepêşandanên berî niha, vegerandin bûyerên tundiyê yên ku zirar gihandin polês û avahiyên hikûmetê, protestoya 15ê îlonê qedexe kiribû.

Li herêma ku ji hezîranê vir va protestoyên dijî pêşnumaya îadeyê dewam dikin, duh jî komên alîgir û dijber ên hikûmetê bi hev ketibûn.

Li herêmê ji hezîranê vir va di xwepêşandanan da 1183 kes hatin binçavkirin û herwiha ev reqam piştî ku dawiya hefteya borî 157 kes hatin binçavkirin, derket 1340î.

Xwepêşandêr ligel betalkirina pêşnumayê, dixwazin ku komîsyoneke serbixwe were damezirandin da ku tundiya polêsan a dijî çalakvanan lêkolîn bike. Herwiha xwepêşandêr dixwazin ku ji bo çalakvanan efû were derxistin, reformên siyasî cardin bên destpêkirin û dawî li wê yekê were anîn ku ji protestoyan ra "serhildan" neyê gotin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.